Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Klobuchar ji Berbijarîya Partîya Demokrat Vekişî


Senatora Minnesota Amy Klobuchar dîyar kir ku ewê ji berbijarîya bo Partîya Demokrat ya bo hilbijartina seroktîyê ya 2020’an vekişan.

Klobuchar roja Şemîyê di pêşhilbijartinên li Carolina Başûr de ketibû rêza 6’an.

Medya Amerîkî dide zanîn ku Klobuchar dê piştgirîya berbijarê din yê Partîya Demokrat, Joe Biden bike.

Xanim Klobuchar di qonaxên pêşî yên berbijarîya xwe de li New Hapshire piştgirî sitandibû, lê dûre dengên zêde nestandibûn.

Biryara Klobuchar li berî pêşhilbijartina Sêşema Super rast hat.

Roja Sêşemê dê li 14 eyaletan pêşhilbijartin çêbe.

XS
SM
MD
LG