Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Dê Serdana Îsraîlê Bike


Merasîma li Qesira Sipî
Merasîma li Qesira Sipî

Nûnerên hikûmeta Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî îro Sêşemê dê cara pêşî bi awayekî fermî serdana Îsraîlê bikin.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Bahreynê bi merasîmeke li Qesira Sipî, bi Îsraîlê re peymana normalkirina peywendîyan îmza kiribûn.

Roja Yekşemê jî, li Manama paytexta Bahreynê merasîmeke îmzayê li dar ketibû û Bahreyn û Îsraîl bi awayekî fermî ketibûn danûstandinê.

Şandeya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dê bi navbeynkarîya Amerîka derbazî Îsraîlê bibe.

Di şandeya Mîrgeha Yekbûyî yên Erebî de, wezîrê aborî yê wî welatî Abdulah Bîn Tuk El Marî û Wezîrê Darayî Ubeyd Hamîd El Tayyar heye û Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steven Mnuchin û Nûnerê Taybet yên Danûstandinên Navneteweyî yê Amerîka Avi Berkowitz jî bi wan re ne.
Bi normalbûna peywendîyan re cara pêşî do Duşemê firokeke bazirganî ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ji wî welatî derbazî Îsraîlê bû.

Li ber e ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîl ji hevdu re vîzayê jî rakin ku bi wî awayî ew mîrgeh dibe welatê pêşî yê Ereb yê ku vîzaya bo Îsraîlê radike.

XS
SM
MD
LG