Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Dibêje Ewê Serdana Îsraîlê Bike


Wezîrê Derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Abdulah Bîn Zayed dîyar kir ku ewê di demeke nêz de serdana Îsraîlê bike.

Bîn Zayed di preskonferansa hevbeş de, ku bi hemtayê wî yê Amerîkî Antony Blinken û yê Îsraîlî Yair Lapid re li Washingtonê li dar ket, got ku ger Îsraîlî û Filîstînî ne di dîyalogê de bûna ewê li Rojhilata Navîn aştî çênebûya.

Wî da zanîn ku ew dixwazin bi peywendîyeke çêtir ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîlê raberî Îsraîlî Filîstînîyan bikin ku rêka danûstandinê rind û hêjayî rîskan e.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîlê par li hev kiribûn ji danûstandinên bo Filîstînê heta têkoşîna dijî Îranê peywendîyan normal bikin.

Bîn Zayed da zanîn ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bo Yemenê jî çareserîyê dixwaze û dîyar kir ku Husîyên bi piştgirîya Îranê rê li ber zelalbûna mijarê digirin.

Wezîrê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî da zanîn ku bo Yemenî jîyaneke rind bijîn ew bi hemî dostên xwe re pir dixebitin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG