Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksîyonên Ser Mirina Endamê Grup Yorum Gokçek


Endamê Grup Yorum Îbrahîm Gokçek ku berî du rojan, navber dabû rojîya mirinê ya 323 roj, îro Pencşemê li nexweşxaneyeke taybet ya Stenbolê jîyana xwe ji dest da.

Gokçek piştî 323 rojan 45 kîlo hinda kirîbû û ji 85 kîloyan heta 40 kîloyan ketibû,

HDP’ê, piştî mirina Gokçek daxuyanîyek belav kir û helwesta hikûmetê rexne kir.

“Di tekoşîna jibo xwesteka dayîna konser, hunereke azad û darizandina dadmend me caneke din jî hinda kir. Me Îbrahîm hinda kir, eşa me pir mezin e.”

Ser mirina Gokçek heta niha ji partîyên din yên di meclîsê de cîh digirin daxuyanîyeke fermî nehatiye dayîn.

Gulseren Yolerî
Gulseren Yolerî

Seroka Komala Mafên Mirovan ya Şaxê Stenbol’ê Gulseren Yolerî dîyar kir ku jixwe dewlet bi cîh anîna daxwazên Grup Yorumê berpirs bû.

“Daxwazên Îbrahîm jî wek daxwazên endamên din yên Grup Yorumê mafên bingehîn bûn. Xwesteka darizandina adîl, mafê dayîna konseran û xwesteka rakirina sucdarkirina bêbingeh û dijî hiqûqê. Ev daxwaz jibo mafên bingehîn û azadîyan bûn. Jibo pêkanîna daxwazan jixwe pêwîstî bi daxwazan tunebûn”

Yolerî jibo helwesta Tirkîyê ya dijî maf û azadîyan jî got ku Tirkîye di polîtîkaya hember maf û azadîyan dîjî qanûn û hiqûqa navnetewî bi rê ve dibe.

“Jiber vê yekê ji mirov neçar dimîne û dest bi çalakîyên wiha dike û jîyana xwe ji dest dide. Ev jî dilê mirov diêşîne.”

Endamên Grup Yorum’ê Hêlîn Bolek û Îbrahîm Gokçek, jiber ku daxwazên wan nehatibûn pejirandin, biryara rojîya mirinê dabûn û Bolek jî 3’ê Nîsanê de jîyana xwe ji dest dabû.

MEB_07_05_2020_Mirina_Gokçek_G_Yolerî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:05 0:00

XS
SM
MD
LG