Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bo Kirîna Çekan Misr Berê Xwe Dide Rûsya Û Amerîka Wê Hişyar Dike


Su-35s li pêşangeha 2018an li Rûsya

R. Clarke Cooper alîkarê wezîrê derve yê Amerîka yê pirsên siyasî-leşkerî roja Duşemê li pêşangeha Hêzên Esamnî ya li Dubai gote rojnamevan, plana Misrê ya kirîna firokên Rûsî "xwe dixe di riska cezakirinê de û rîska bêbehirbûnê di paşerojê de".

Misrê hewildaye ku bazarê kirîna firokên Suxoyî yên Su-35s li gel Rûsya encam bide, ev yek ji aliyê berpirsekê leşkerê Misrê ve hatîye erê kirin û gotîye, ewê firokên Rûsî Su-35s alîkar bin bo şerê li dij çekdarên Îslamî yên radîkal li nîvgirava Sîna.

Leşkerê Misirê leşkerê herî bihêze di cîhana Arabî de, ew berê xwe bide Rûsya piştî ku demek dirêje çaverêyî Amerîka dike bo bersivdanê, lê weke berpirsekê leşkerê Misrê dibêje, heta niha Amerîka bersiva Misrê nedaye ya derbarê kirîna firokên F-35.

Berpirsekê din yê Misrê dibêje, kirîna firokên Rûsî tê wateya ku Misir dixwaze çekên xwe hemecûr bike, ji ber ku Amerîka di salên derbazbûyî de dana çekan bo Misrê ragirtîye, jiber binpêkirinên mafên mirovan.

Misr welatê herî li pêşe bo wergirtina alîkarîya leşkerî ya Amerîka ji derveyî NATO yê, lê di salên dawî de bo piştevanîya leşkerî berê xwe daye Rûsya û di sala 2017an de Misrê rê da firokên Rûsya bingehên wê yên esmanî bikar bînin û vê mehê leşkerên herdu welatan rêhênanêna leşkerî yên hevbeş encam dabûn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG