Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Guristanek Dîrokî de li Misrê 30 Termên Berî 3000 Salan Hatin Dîtin


Dîtina Guristaneka Dîrokî li Misrê
Dîtina Guristaneka Dîrokî li Misrê

Li herêma Luxor ya Misrê 30 termên nixaftî yên di sindirîkan de ku di sax û mohirkirî bûn di guristanekê de hatin dîtin ku dîroka wan vedigere berî 3000 salan dema malbata 23yan ya xûdawendên Misrê hûkim dikir.

Guristan li nihala Meymûnan ya ku malbatên Fîr'awnên desthilatdar yên Misra kevin lê dijyan, ku li herêma Luxor ya aliyê rojava yê çemê Nîl e.

Wek tê zanîn ku dizên guristanan li Misrê bi şêwekê berfireh belav bûne, ew ciyên dîrokî û şûnewarên kevin dikolin bo dîtina madên weke zêr û almas û tiştên bi qîmet ji şûnewarên dîrokî û guristanan derbînin, tabûtên dergirtî û momiya kirî dişkênin, ku ew bûha û nirxên dîrokî yên welatê Misrê ne wîran dikin, gelek ji wan tabûtan nivîsên giring weke nasname û jiyanname mirîyan li ser tê tomar kirin.

Tabûtên hatine dîtin hin ji wan di şêweke asayî dane û hind jî di nexşekirî, momya û mohir kirîne.

Fîr'awnên Misrî ku wî serdemî weke xûdayên desthilatdar dihatin naskirin, termên wan di tabûtan de dihatin parastin.

Ji Dîsembera sala 2017an û vir de, arkolojên Misrî li heman herêmê li tabûta Nefertîtî û Anxsenamun, keça wê û jinebîya Tutanxamun digerin, ew di wê bawerê de ne ku gurên wan jî li herêmeke nêzîk guristana hatî dîtin heye.

Galêryiya wêneyan bibîne

XS
SM
MD
LG