Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Serokatiyê li Misrê Destpê Dikin


Arşîv: Jinek Misrî di dema dengdanê de
Arşîv: Jinek Misrî di dema dengdanê de

Roja Duşemê, hilbijartinên serokatiya Misrê hatin destpêkirin, bi şêweke berfireh tê dîtin ku, Ebdulfetah Sîsî bo 4 salên din yên serokatiya wî welatî bihê hilbijartin.

Di hilbijartinan de, kesê hevrikiya Sîsî dike, tenê Musa Mistefa Musa ye, wî jî pêşwext piştevaniya xwe bo Sîsî daye diyar kirin.

Hejmarek kandîdên din bo hilbijartinên serokatiyê hebûn, lê jiber givaşan û girtinê nikarî bûn hevrikiya Sîsî bikin, partiyên opozisyon daxwaza baykot kirina hilbijartinan kirîye.

Hilbijartin dê 3 rojan vekêşin tê texmîn kirin ku, encamên fermî 2î meha Nîsanê derkevin.

Ji sedema ku, pêşwext pêşbînya serkeftina Sîsî tê kirin, nihe bala her kesî liser hejmara dengderan e, kanê dê çend kes qesta sindoqên dengdanê bikin.

Ebdulfetah Sîsî, sala 2013an hate ser desthilatê piştî Mohamed Mursî ji desthilatê avêtî, di hilbijartinên sala 2014an de bi rêjeya 97% ya dengan Sîsî bo serokê Misrê, piştî ku desteya hilbijartinan jiber rêjeya kêm ya beşdariya dengderan rojek din zêde kir bû, li dawiyê di wan hilbijartinan de rêjeya dengderan giha bû 50% û Sîsî weke serokê Misrê hat ragihandin.

XS
SM
MD
LG