Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Misir Soza Parastina Welêt Dide


Serok Morsî û Serfermandarê Artêşa Misirî Abdulfettah al-Sîsî
Di vê demê de ku hikûmeta Îslamî û artêşa wî welatî hişyarîya xunrijandinê didin, girjî û alozîya li Misirê zêde jî dibe.

Hem hikûmet hem jî artêş dibêjin, ew amade ne hemî tiştln pêdivî bikin, jibo parastina welêt.

Serfermandarê Artêşa Misirî Abdulfettah al-Sîsî gotibû ku artêş hazir e welêt li hember “terorîst û ahmaqan” biparêze û ku pêdivî be xun jî birjîne.

Tê zanîn ku daxuyanîya al-Sîsî dijî Serok Morsî ye ku çend seat berê berevanî li rewabûna xwe kir û soz da ku li ser karê xwe bimîne.

Morsî daxwaz ji artêşê kir ku dawî li gefên xwe yên maytekirina bîne û destê xwe jî kêşeyên sîyasî yên navxweyî bikşîne.
XS
SM
MD
LG