Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Demkî ya Misirê ji Daxuyanîya Amerîka Razî ye


In this image released by the Egyptian Presidency, interim President Adly Mansour, right, meets with Hazem el-Beblawi, left, in Cairo, Egypt, Tuesday, July 9, 2013. The spokesman of Egypt's interim president says a prominent economist, Hazem el-Beblawi, h
Karbidestên demkî yên Misirê razîbûna xwe ji daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîkî dîyar dikin ku serokê gêrbûyî Mihemed Mursî wek rêberekî antîdemokratîk nav dikir.

Daxuyanîya Amerîkî ji alîyê Misirê ve wek nîşaneke erênî tê dîtin ku Washington dê 1.5 mîlyar dolar alîkarîya salane ya bo wî welatî nebire.

Artêşa Misirê hefteya çûyî serkê berê Mursî ku bi rêya demokratîk hatibû hilbijaritin, ji desthilata anîbû xwarê, piştî ku bi mîlyonan kes do protestoyên dijî wî de herikîbûn kolanan.

Misirê ku welatê herî mezin yê cîhana Erebî ye bi awayekî gelek xuya bûye du beş: alîgirên Mursî û dijberên wî.

Di tundîya berdewam de bi dehan kes hatibûn kuştin, gelekên din jî birîndar bibûn.
XS
SM
MD
LG