Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewlên Dîplomatîk li Misirê Negiheştin Encamekê


Hikûmeta demkî ya Misirê dibêje hewlên nûnerên bîyanî têk çûn ku dixwestin navbeynkarî di kêşeya sîyasî ya welêt de bikin.

Ofîsa seroktîya Misirê îro Çarşemê ragihand ku jiber têkçûna wan bizavana, Biratîya Misilman ya Mihamed Mursî berpirs e.

Hikûmet herwiha dide zanîn ku ew hişyarîyeke nû daye xwenîşandêran ku dawî li kiryarîn xwe bînin.

Serokê Demkî yê Misirê Minister Hazem el Beblawî dû re di televîzyona dewletê de xuya bû û hişyarî piştvanên Mursî. Wî got, hikûmeta wî bi biryar e ku dawî li xwepêşandana rûniştionê bîne.
XS
SM
MD
LG