Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Misirê Hezaran Piştgirên Mursî Herikîn Kolanan


Bi hezaran piştevanên serokê gêrkirî Mihemed Mursî herikîn kolanên Qahîrê û bajarên din, tevî ku hikûmeta leşkerî rewşa awarte ragihandibû.

Xwepêşandanên îro piştî nimêja Înîyê destpê kirin, du roj piştî êrîşên polîsan li ser navenda xwenîşandêran li Qahîrê.

Hikûmet dibêje, 638 kes hatine kuştin, lê Biratîya Misilman ya Mursî dibêje bi hezaran kes jîyana xwe hinda kirin.

Nûçegîhanê Dengê Amerîka li Qahîrê dibêje, hêzên ewlekarî rêkên serekî girtin û hejmara tankan û tîmên parastinê zêde kirin pêşî li xwepêşandanên nû bigirin.
ku.
XS
SM
MD
LG