Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Misirê 45 Kes bi Tawana Bazirganiya Organên Mirovan Tên Girtin


Ajansa Reuters ji Qahîre paytexta Misirê ragihand ku, wezareta Tendirûstiya Misirî roja Sêşemê mezintirîn tora bazirganiya organên leşê mirovan eşkere kir ya ku, pêkhatiye ji 45 kesan, di nava wan de dixtor û berdestkên dixtoran hene.

Wezareta Saxlemiya Misirê roja Sêşemê daxûyaniyek derbarê desteserkirina tora tawankar ya bazirganiya organên mirovan weşand û da zanîn ku, wan 45 bazirganên organên mirovan girtine, di gel da bi miliyonan Dolar, herweha kesên nexûş û karmend û qeçaxçiyên vî karî hatine desteserkirin.

Daxûyaniya wezaretê dibêje van kesan rewşa tengav ya ekonomiya kesên bêçere û nexûş bikar anîne û li dij yasayê bi vê tawana mezin rabûn e.

Operasiyona lêgerîna kesên tawanbar li nexûşxane û hind cihên taybet yên herêma Ehram û Cîze ya nêzîk Qahîre pêkhatiye, weke di daxûyaniya wezareta saxlemiya Misirî de hatî piraniya nexûşxane û cihên pizîşkî yên ku, tawanbar lê hatîn girtin, ew cih bûn yên bê destûr kar dikirin.

Dixtorên hatine girtin li gelek nexûşxane û zanîngehan jî kar dikin, weke wezareta saxlemiya Misirê radigehîne.

XS
SM
MD
LG