Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Misirê Hejmara Pêketinên Korona 100 Hezarî Derbaz Kir


Firokeke Misirî ku rêwî bi maskan xwane dibin

Misirê îro Sêşemê ragihand ku hejmara piştrastkirî yên pêketinên korona li wî welatî 100 hezarî derbaz kir.

Wezareta Saxlemîyê ragihand ku derengîya Duşemê 178 bûyerên nû yên pêketina korona hatine tomar kirin.

Wezaretê herwiha da zanîn ku ji destpêkirina pandemîya korona heta niha 5,541 kes jiber wê vîrusê jîyanên xwe hinda kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku hikûmetê Misirê berî demeke kin piranîya tedbîrên pêşîgir û sînordarkirinên sist kiribûn.

XS
SM
MD
LG