Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dêrên li Misirê Îro Jinûve Derîyên Xwe Vedikin


Dêreke Misirî (Arşîv)
Dêreke Misirî (Arşîv)

Hikûmeta Misirê îro Duşemê ragihand ku dêrên li wî welatî, piştî çar mehan derîyên xwe îro jinûve ji bawermendan re vedikin.

Dêra Qiptî ya Ortadoks bi daxuyanîyekî ragihand ku ewê bi şerta cîhanîna tedbîrên pêşîgir yên wek karanîna maskan û parastina dûrbûna civakî, dest bi pêşwazîkirina bawermendan bike.

Li Misirê, ku welatê herî şenîbar yê Ereban e, piştî nizimbûna berdewam ya hejmara pêketinên korona yên di nav du hefteyên borî de, dêrên din jî derîyên xwe ji bawermendan re vedikin.

Misir, ku nîfûsa wê dora 100 mîlyon e, nêzî % 10 ji Krîtîyanan pêk tê.

Misirê roja Yekşemê 167 pêketin û 31 miron ragihandibûn ku ew jî hejmarên herî hindik yên nav di mehên borî bûn.

L Misirê heta niha 94,450 bûyerên pêketina korona çêbûne û 4,865 kes ji wê vîrusê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG