Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir jî Dijberîya Xwe ji Referanduma Herêma Kurdistanê re Radigihîne


Wezareta Derve ya Misirî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku referanduma Herêma Kurdistanê dikare encamên neyênî ji herêmê re bîne.

"Misir bang li hemî alîyan dike ku xwe ji gavên yekalî dûr bêxin ku dikarin rewşa tevlihev hîn dijwaritr bikin.

Daxuyanî, jibo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexda, daxwaza dîyalogeke avaker dike.

Hêjayî balkişandinê ye ku Misir welatê dawî ye ku dijberîya xwe jibo referanduma Herêma Kurdistana Îraqê radigihîne.

Tirkîyê, Îran, Welatên Yekbûyî yên Amerîka û Neteweyên Yekbûyî gîş, bi sedema ku ew referandum dê alozîyan kûrtir bike, dijberîya xwe ragihandibûn.

XS
SM
MD
LG