Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir: Di Êrîşeke Çekdarî de 8 Polîs Hatin Kuştin


Li Nîvgirava Sîna ya Misirê, di êrîşa dijî navenda kontrolê de 8 polîs hatin kuştin.

Êrîş li rojavayê El-Arîşê pêk hat. Wezareta Navxweyî ya Misirê ragihand ku di pevçûnê de 5 çekdar hatine kuştin.

Misir bi salan e dijî çekdarên cîhadî yên li Nîvgirava Sîna têkoşînê dike.

Baskê Dewleta Îslamî (DAIŞ) yê Misirê heta niha di êrîşan de bi sedan polîs û leşker kuştin.

Artêşa Misirê di sala 2018’an de dijî çekdaran dest bi operasyoneke berfireh kiribû.

Karbidestên Misirê didin zanîn ku bi wê operasyonê heta niha 650 çekdar hatine kuştin.

AFP jî dide zanîn ku di vê peyvajoyê de ji Artêşa Misirê jî 50 leşker hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG