Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Erîşeke Xwekuj de 10 Leşkerên Misirî Têne Kuştin


Leşkerên Misirî, ji arşîvê
Leşkerên Misirî, ji arşîvê

Reuters'ê îro Înê ragihand ku 10 leşker, di êrîşeke xwekuj ya li Sinaî ya Misirê hatin kuştin.

Jêderên ewlekarîyê Misirê dîyar kir ku ji kuştîyan yek kolonelekî payabilind e.

Erîşa xwekuj, bi du wesayîtên bombebarkirî, li navendeke kontrolê ya di navbera Refah û Şêx Zuwêd de pêk hat.

Berpirsîya êrîşê hîn ti rêxistin negirtîye ser xwe.

DAIŞ li Sinaîya Bakur êrîşan li dar dixîne û ji 2013'an vir ve bi sedan leşker û polîs di êrîşên wê de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG