Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misirî Jibo Protestokirina Polîsan Derdikevin Kolanan


Misirî Jibo Protestokirina Polîsan Derdikevin Kolanan

Bizavkarên Misirî îro Pêncşemê derdikevine kolanan ku tundûtûjîya polîsan ya li maçeke futbolê protesto bikin têkçûna ku herî kêm 74 kes di encamê de li bakurê welêt miribûn û bi sedan kesên din jî birîndar bibûn.

Xwenîşandêr bi hêrs in ku gava xirabtirîn tundîya futbolê ya dîroka Misirê diqewimî, piranîya polîsan di cîhê xwe de sekînîbûn, bê ku tiştekî bikin. Hinêk xwenîşandêrên din jî bi xem û fikar in ku polîs rê daye hîn alîgiran ku bi çekên xwe têkevine stadyumê.

Tundûtujî piştî ku alîgirên tîma El Misirî ya mêvandar di dawîya lîstinê de avêtin ser qada kesk û êrîşî lîstikvan û piştevanên tîma mêvan El Ehkly kirin, qewimî.

Nûçegîhana Dengê Amerîkayê Elizabeth Arrott ragihand ku rewşeke girj û aloz li bajarê Post Said heye û leşkerên Misirî geheştinê bajêr ku rê li ber pevçûnên nû bigirin.

Li jêr çend fotoyên bûyerê hene:

XS
SM
MD
LG