Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bang li Welatiyên Xwe Dike Neçin Misrê


Cihê Peqîna 9.12.2016 li Cîze

Wezareta derve ya Amerîka roja Înê hişdarî da welatiyên xwe, da ku sefera Misrê nekin, ev bang û daxwaza wezareta derve ji ber rewşa aloz ya ewlekariya Misrê hatin kirin.

Wezaret di bagewaziya xwe de, balê dikişîne ser hejmareka êrîşên terorîstî yên di vê mehê de li welatê Misrê pêkhatîn, ji wana êrîşa li bajarê Qahîre ya ku, dêreka Qibtiyên Arthodokis kirbû Armanc û 25 kesan di êrîşê de jiyana xwe jidest danbûn.

Herçende hêzên ewlekarî yên Misrê li cihên torîstîk tedbîrên tund yên ewlekariyê standin e, lê dîsan wezareta derve ya Amerîka dibêje, dibe êrîş li her cihekî pêk bên.

XS
SM
MD
LG