Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên Cenevrê Îro Careke Din Destpê Dikin


De Mistura ligel nûnerên opozîsyonê

Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê Staffan de Mistura îro Duşemê li Cenevrê, dest bi gera nû ya danûstandinan kir.

De Mistura di hazirbûna şandeya hikûmeta Sûrî de got, biryar ya gelê Sûrîyê ye paşeroja xwe dîyar bikin û erka Neteweyên Yekbûyî jî ew e ku alîkarî bike.

Wî hişyarî da ku eger ev danûstandin têk biçin, hîngê îhtîmala şerekî hîn ji ya niha xirabtir heye.

De Mistura da zanîn ku plana wî ev e ku bi her du alîyan re dora 10 rojan axaftinan pêk bîne û dû re di destpêka meha Nîsanê de careke din danûstandinan bidomîne.

XS
SM
MD
LG