Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura: Civînên Cenevre 8 bi Ser Neket


Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura dîyar kir ku ‘’Cenevre 8’’ ya bo aştîya Sûrîyê bi ser neketiye.

De Mistura da zanîn ku wan hevdîtinên dualî kirine lê zemîneke rast ya danûstandinê çênebûye.

De Mistura ser hikûmeta Sûrîyê got ku ‘’Min nedît ku hikûmet bo dîyalog û danûstandinan rêkeke digere’’

Nûnerê Taybet yê NY’ê dîyar kir ku komên rikeberîyê di hewildanekê de bûne, lê karbidestên hikûmetê xwestine ku ‘’tenê li ser terorîzmê’’ biaxifin.

De Mistura dîyar kir ku bi têkçûna danûstandinan ‘’fersendeke zêrîn’’ ji dest çûye.

Gera dawî ya civînên Cenevrê di 28’ê Mijdarê de destpê kiribû. Nûnerên rêvebirîya Esad dereng beşdarî civînan bûbûn û di nav re çûbûn Şamê û vegerîyabûn.

De Mistura dabû zanîn ku ew bi civîna Cenevrê hewil didin ku qanûneke bingehîn ya nû hazir bikin û li Sûrîyê di bin çavdêrîya NY’ê de hilbijartinekê li dar xînin.

Wek gerên berê, di gera 8’an ya Cenevrê de jî De Mistura bi her du alîyan re ji hev cûda civîn çêkiribûn.

Şerê navxweyî yê Sûrîyê 7 sal in didome û tê texmîn kirin ku heta niha 340,000 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG