Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura: Armanca Me Ev E Danûstandin di 9'ê Nîsanê de Bidomin


Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê, Staffan de Mistura îro Pêncşemê dibêje, tevî daxwaza rejîma Esad ya paşxistina danûstandinan piştî hilbijartinên parlemanê, ewê di 9'ê Nîsanê de danûstandinan jinûve destpê bike.

“Me ji xwe re kir armanc ku danûstandin di 9’ê Nîsanê de destpê bikin,” de Mistura piştî hevdîtina xwe ya dawî ji rojnamevanan re got.

Wek bersîva pirseke ser daxwaza rejîma Sûrî ku xwestibû heta cîhanîna hilbijartinan danûstandin bên sekinandin, de Mistura got, ewê guh nede wê daxwazê.

"Destûra min ya axaftinê tenê li ser hilbijartinekê heye, ew jî hilbijartina ku bi çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî bê kirin, e," de Mistura bi mebesta hilbijartineke piştî rêkeftineke got.

Hêjayî gotinê ye ku rejîma Esad plan dike ku di 13'ê Nîsanê de hilbijaerina parlemanî were kirin û heta wê demê navber bo danûstandinan bê dayîn.

XS
SM
MD
LG