Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura ji Alîyên Şerker yên Sûrîyê re Name Şandin


Steffan de Mistura

Reuters'ê do Duşem'ê ragihand ku nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê jibo Sûrîyê Staffan de Mistura, ji alîyên şerker re nameyên vexwendina jibo civînên Cenev'ê şandin.

Berdevka Mistura, Yara Sharif, dîyar kir ku jibo civînên ku dê di 23'yê Sibatê de destpê bikin danûstandin berdewam in.

''Em piştrast dikin ku name îro hatine şandin û ji alîyê din ve jibo civînê danûstandin hîn dom dikin.'' Sharif got.

Civîn berê ji 8ê Sibatê hatibû taloq kirin.

Serhildayên Sûrîyê, roja Yekşemê endamên Civata Bilind ya Danûstandinan eşkere kiribûn ku dê li Cenev'ê ser navê serhildayan hevdîtinan bikin.

XS
SM
MD
LG