Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

McConnell Ser Xwepêşandanên li Hong Kongê Hişyarî Dide Çînê


Serokê Piranîya Komarî yê Civata Senatoran ya Amerîka Mitch McConnell îro Duşemê hişyarî da Çînê ku hember xwepêşanderên demokrasîwaz yên li Hong Kongê reftarên tund nîşan nede.

Mitch McConnell
Mitch McConnell

"Gelê Hong Kong are bi wêrekî dijî Partîya Komunîst ya Çînê radibe ku hewil dide otonomî û azadîya wan binpê bike. Hemî cureyên eciqandin û givaştinên wê neeyên qebûl kirin,”McConnell îro ji ser hesaba xwe ya Twitterl got.

McConnell li Civata Senatoran jî gotibû ku çavê hemî cîhanê li ser Hong Kongê ye.

Jiber xwepêşandanên berdewam yên demokrasîxwaz, firîngeha navnetewî ya Hong Kongê, ku yek jî mezintirîn firokexaneyên dinê ye, hatibû daxistin.

XS
SM
MD
LG