Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mitsotakis: Ger Pirsgirêka Sînorên Deryayî bi Tirkiye re Çareser Nebe Emê Herin Dadgehê



Serokwezîrê Yunanîstanê Kiryakos Mitsotakis dîyar kir ger pirsgirêka di nav Tirkiye û Yunanîstanê de ya li ser Peymana Erkên Sînorên Deryayê çareser nebe, ew dikarin mijarê bibin Dadgeha Navnetewî Edaletê.

Rojnameya To Vima ya Yûnanîde bi Mitsotakis re hevpeyvînek kir. Serokwezîrê Yunanîstanê destnîşankir ku ew dixwazin pirsgirêkê bi Tirkiyê re çareser bikin.

"Lê divê bi zelalî îfade bikim ger em çareserîyek nebînin, divê ev mijar li Dadgeha Edaletê ya Navnetewî were dîtin" got Mitsotakis.

Yunanîstan li ser mijara lêgerîna çavkanîyên xwezayî li Deryaya Sipî bi Tirkiyê re lihevnake.

Tirkiye û Lîbya re li ser erkên sînorên deryayê peymanek îmze kir. Yunanîstan li dijî vê peymanê derdikeve û weke bertek Balyozê Lîbyayê Muhammed Yunus Menfî dersînor kir.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG