Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îraqê: DAIŞ'ê Mizgefta Nurî Peqand


Artêşa Îraqê ragihand ku DAIŞ’ê, Mizgefta Nurî ya li Mûsilê, tevî mînareya wê ya bi xwarbûna xwe navdar peqandîye.

Serokê DAIŞ’ê Ebubekir el-Bexdadî, di sala 2014an de ji Mizgefta Nurî xîlafeta xwe ragihandibû û dîmenên wê yên ji wê mizgeftê bûbûn sembola DAIŞ’ê ya li Îraq û Sûrîyê.

Rêxistina tundrê, di ser ajansa Amaq’ê re ragihand ku firokên Amerîka mizgeft û mînareya wê hilweşandine.

Artêşa Îraqê di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku ‘’çeteyên terorî yên DAIŞ’ê, Mizgefta Nurî û mînareya wê ya dîrokî El Hadba peqandîye û tawaneke din ya dîrokî pêk anîye’’

Artêşê bi berdawamî da zanîn ku dema peqîn pêk hatîye, hêzên wê 50 metre dûrî mizgeftê bûne.

XS
SM
MD
LG