Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Êrîş Dibin Ser Mizgefta ku DAIŞ'ê jê Xîlafet Ragihandibû


Tanqeke Artêşa Îraqê li Bajarê Kevn ya Mûsilê
Tanqeke Artêşa Îraqê li Bajarê Kevn ya Mûsilê

Hêzên Îraqî yên bi piştgirîya Amerîka îro Çarşemê ragihand ku li Mûsilê, erîşan dibin ser mizgefta ku DAIŞ’ê ji wir xîlafet ragihandibû.

Artêşê Îraqê do Sêşemê dîyar kiribû ku çekdarên rêxistina tundrê yên di hindurê Bajarê Kevn ya Mûsilê de hatine dorpêç kirin ku li wê herêma dorpêçkirî mizgeft jî heye.

DAIŞ, Mûsilê wek paytaxta xwe ya Îraqê dibîne ku li wî bajarî 8 meh in pevçûnên pir giran diqewimin.

Rêxistina tundrê, di sala 2014'an de Mûsil xistibû bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG