Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mladic bi Tawana Jenosîdê Tê Dadgehkirin


Ratko Mladic.

Dadgehkirina komandarê berê yê Sirbên Bosniyayê General Ratko Mladic li Lahey (Den Haag) destpê kir, 20 salan piştî şerê Bosniyayê.

Mladic bi 11 tawanan hatîye xetabarkirin, wek jenosîd, tawanên şerî û tawanên li dijî mirovatî.

Li gor îdîayan, Mladic yê 70-salî berpirs e beramberî komkujiya bi hezaran kur û mêrên Musliman li bajarên Srebrenîca û Sarayevo li salên 1990’an. .

Dadgeha Neteweyên Yekbûyî li sala 1995’ê Mladic tawanbar kir, lê belê ew li Gulan a sala bihurî hate girtin.

XS
SM
MD
LG