Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Martin Luther King de, Amerîka Jîyan û Têkoşîna Rêberê Mafên Sîvîl Bîr Tîne


Amerîkî iro Duşemê di Roja Martin Luther King de, jîyan û têkoşîna rêberê mafên sîvîl yê Amerîkîyê Reş bi bîr tînin.

King yek ji navdartirîn xebatkarên mafên sivîl e ku xwe kir qurbanê wekhevîya civakî, lê keda wî rê li ber gelek guhertinên dîrokî vekir.

Ew, jibo dawîkirina tundrêtîya dijî Amerîkîyên Afrîkî di salên 1950’an û 1960’an de pêşengtîya xebateke aştîyane kir.

King bona wan xebatên xwe, di sala 1964’an de Xelata Nobel ya aştîyê wergirt.

King di 4’ê Nîsan a sala 1968’an de li bajarê Memphis ya eyaleta Tennessee hat kuştin.

Duşemê ya sisêyan ya meha Rêbendanê li Amerîka behnvedana fermî ye û bername û çalakîyên curbicur têne darxistin ku King bi bîr bînin û têkoşîna wî bidomînin.

Beşek ji axaftina dîrok ya King:

"Tarîbûn nikane tarîbûne tune bike, tenê ronahî dikane wê yekê bike. Kîndarî nikare nefretê tune bike, tenê evîn dikare wê yekê bike!”

XS
SM
MD
LG