Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî Îro Martin Luther King bi Bîr Tînin


Peykera rêzgirtina Martin Luther King li Washingtonê

Amerîka iro Duşemê di salvegera 53’yan ya kuştina wi de, rêberê mafên sîvîl Martin Luther King bi bîr tîne.

King yek ji bizavkarên mafên sîvîl yên herî navdar e ku xwe bona wekhevîya civakî canfêda kir, lê keda wî rê li ber gelek guhertinên dîrokî vekirin.

King, jibo dawîkirina tundrêtîya dijî Amerîkîyên Afrîkî di salên 1950’an û 1960’an de rêbertîya xebateke aştîyane kir.

Wî jibo wan xebatên xwe di sala 1964’an de xelata Nobel ya aştîyê wergirt.

King di 4’ê Nîsan a sala 1968’an de li bajarê Memphis ya eyaleta Tennessee hat kuştin.

Li Amerlka her sal Duşema sêyan ya meha yek, Rêbendanê behnvedana federalî ye û wek Roja Martin Luther King Day tê pîroz kirin. Di vê rojê de jîyan û serketinên King bi bermameyên curbicur tên zindî kirin.

"Tarîbûn nikane tarîbûne tune bike, tenê ronahî dikane wê yekê bike. Kîndarî nikare nefretê tune bike, tenê evîn dikane wê yekê bike,” gotineke wî ya navdar e ku di dil û bîra gelek kesan de zindî ye.

XS
SM
MD
LG