Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mnuchin: Em jiber Kirîna S-400'an Hizira Danîna Toleyên Hember Tirkîyê Dikin


Steve Mnuchin
Steve Mnuchin

Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steve Mnuchin îro Duşemê got ku rêvebirîya Trump, jiber kirîna sîstema S-400 ya Rûsî, hizira danîna toleyên li hember Tirkîyê dike, lê hîn biryara dawî nehatiye dayîn.

“Em niha pêdaçûnê li ser vê mijarê dikin. Ezê niha ti şîroveyên nekim, lê çavê min li ser vê babetê ye,” Mnuchin li dervayê Qesira Sipî ji nûçegîhanan re got.

Washingtonê dîyar kiribû ku Tirkîyê, jiber kirîna mûşekên S-400 ji Rûsya, nema dikare di programa firokên şerker yên F-35 de bimîne.

Amerîka bi tundî dijberîya Tirkîyê kiribû ku ji Rûsya mûşekên S-400 kirîye, bi sedema ku ew sîstem jibo firokên F-35 metirsîyan çêdike.

Tirkîyê îdia kiribû ku kirîna sîstema S-400 tenê jibo berevanîya wê ye û ti xeterî li ser welatekî din çênake.

Tirkîyê di Tîrmehê de beşa yek ya S-400an ji Rûsya wergirtibû û meha çûyî jî beşa duyê giheştibû wî welatî.

Rêvebirîya Amerîkî heta 31’ê Tîrmehê dem dabû Tirkîyê ku kirîna mûşekan bisekinîne yan rûbirûyê toleyên nû yên aborî, leşkerî û sîyasî bimîne.

XS
SM
MD
LG