Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moderna Dibêje Vaksîna Wê Piştî 4-6 Mehan % 93 bi Bandor Dimîne


Vaksîna COVID-19 ya Moderna

Rêvebirê Giştî yê Moderna Stéphane Bancel îro Pêncşemê dîyar kir ku vaksîna wê ya COVID-19, piştî doza duyê bo çar-şeş mehan nêzî % 93 bi bandor e.

Stéphane Bancel da zanîn ku ew ji demdîrêjîya bandora vaksîna xwe ya COVID-19 pir kêfxweş in.

"Bi sed mîlyonên mirovên ku heya îro bi vaksînên Moderna hatine vaksîn kirin wê ji vê domdarîya bi hêz, sûdê wergirin," Bancel got.

Wî herwiha dîyar kir ku bandora vaksînê ya % 94, wekî ku di testên klînîkî de hatibû dîtin, bê guhertin maye.

Moderna ragihand ku wê di çaryeka duyê de, bi 4.4 mîlyar dolaran vaksîn firotine.

Vaksîna COVID-19 ya Moderna vaksîna yekê ye ku herî pêş destûr girtibû û di heman serdema sala borî de tenê bi 67 mîlyon dolarî berhemên saxlemîyê firotibûn.

Kompanîya Pfizer jî hefteya borî ragihand ku bandora vaksîna wê ya COVID-19 her du mehan carê ji % 6 kêm dibe û piştî şeş mehên doza duya jî % 84 kêm dibe.

Hem vaksîna Moderna û hem jî ya Pfizer-BioNTech li ser bingeha teknolojîya RNA'yê hatine çêkirin.



XS
SM
MD
LG