Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî de 4 Kes li Mogadişu Hatine Kuştin


Polîsên Somalî îro Sêşemê ragihand ku di êrîşeke xwekujî de 4 kes li taxa Warta Nabada ya paytext Mogadişu hatine kuştin.

Dîdevanan ji VOA re got ku otomobîleke Toyota Noah ya bi peqînkaran dagirtî, ji cîhê belavkirina xwarina fitarê hate ajotin û li wir hate peqandin.

Polîs radigihînin ku di êrîşê de, bi kêmî 9 kesên din jî birîndar bûn, lê dîdevanan got ku herî kêm 30 kes birînar bûne.

Hêjayî balkişandinê ye ku avahîya armanckirî li nêzî Villa Somalia ya qesira seroktî ye ku ew jî li heman taxa Warta Nabada ye.

Mîlîtanên El Şabab daxuyanîyek weşand û berpirsîya êrîşê rakir ser xwe.

XS
SM
MD
LG