Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Şabab li Mogadîşu Êrîşî Avahîya NY Kir


Gruba mîlîtan berpirsîya êrîşeke xwekujî li Somalê bi ser xwe ve girt ku dijî avahîyeke Neteweyên Yekbûyî hate kirin.

Polîsên Somalî dibêjin, êrîşvan îro Çarşemê bombeyek hêzdar peqand, li nêzîkî avahîya Bernama Pêşvebirina NY li firîngeha paytaxt Mogadîşu.

Dîdevan ragihandin ku piştî peqînê, veguherîna guleyan di navbera mîlîtanan û polîsan de qewimîn.

El Şabab di malpera xwe ya Îngîlîzî de got, şervanên wê êrîş birin ser avahîyê û avahî bi giştî xistin bin kontrola xwe.

Lê, nûçegîhanê Pişka Somalî ya Dengê Amerîka dibêje, leçkerên Yekîtîya Afrîkî kontrola avahîya Neteweyên Yekbûyî jinûve girtin destê xwe. Wî ragihand ku herî kêm 7 kes di êrîşê de hatin kuştin ku 3 ji wan nobedarên avahîyê bûn.
XS
SM
MD
LG