Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr ji Hilcivîna Trump û Kîm Dilxweş E


Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in îro Pêncşemê got ku divê hikûmeta wî givaştina leşkerî ya ser Koreya Bakur sist bike, ger Pyongyang birastî dixwaze dest ji navokîbûnê berde.

Ofîsa Moon ji zarê wî ragihand ku ger Koreya Bakur gavên bênavokîbûnê bavêje û dîyaloga bi Amerîka re bidomîne, divê guhertinek di sîyaseta heyî de hebe ku bawerîya dualî ligel Koreya Bakur ava bike.

Moon herwiha got ku ewê bi baldarî hizra cemidandina hîndarîyên leşkerî yên bi Amerîka re bike.

Serokê Amerîka Donald Trump roja Seşemê bi awayekî neçaverêkirî ragihandibû ku ewê li ser daxwaza rênerê Koreya Bakurî, Kim Jong Un dawî li hîndarîyên leşkerî bîne.

Moon îro mêvandarîya Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dike ku bo agahdarkirina wî ya ser hilcivîna Trump û Kim çûye wî welatî.

Moon kêfxweşîya xwe li ser hilcivînê ragihandibû û gotibû ku ew yek bo pêkanîna aştîya herêmî gaveke girîng e.

XS
SM
MD
LG