Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Montenegro Bû Endama 29'an ya NATO


Montenegro ya li rojhilata Ewrupa bû endama 29’an ya NATO. Jibo endama nû dê sibê Çarşemê li navenda NATO ya li Brukselê merasîmek were li dar xistin.

Endamtîya Montenegro, ji alîye hemî hevalbendên di NATO de hat pejirandin.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberrg dîyar kir ku endambûna Montenegro jibo dewletên din yên ku dixwazin bibin endam peyamek e.

‘’Ger dewletek reforman pêk bîne, bi gavên demokratîk hiqûqa xwe xurt bike û artêşa xwe jî modern bike ewê wê çaxê bibe hevalbendê me’’ Stoltenberg got.

Berî Montenegro, herî dawî di sala 2009’an de Arnavutluk û Xirvatîstan bûbûn endamên NATO.

XS
SM
MD
LG