Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Spî: 22î Gulanê Kombûna Trump Û Moon E


Serok Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in

Qesra Spî, ragihand ku serok Donald Trump li Washington dê pêşwaziyê li serokê Koreya Başûr Moon Jae-in bike û hatiye pilan kirin ku herdu serok li avahiyê Qesra Spî roja 22î meha Gulanê danûstendinan li ser Komcivîna çaverê kiriî ya Trump û serokê Koreya Bakur Kîm Jong Un encam bidin.

Li aliyekê din, Qesra Spî doh di daxuyaniyekê de ragihand ku, şêwirmendê serok Trump yê Ewlekariya Netewî John Bolton û hevpîşeyê wî yê Koreya Başûr Chung Eui-Yong li Washington civîn pêkanîn û dan eşkere kirin ku niha niyeta herdu welatan nîne guherînê di plana hevbeş ya berevanîkirinê de li Koreya Başûr pêk bînin.

Chung Eui-Yong niha bi seredanekê li Washingtonê ye, herweha herdu berpirsên ewlekarîyê yên herdu welatan derbarê Komcivîna çaverê kirî ya serok Trump û serokê Koreya Bakur Kîm Jong Un de di axivin.

XS
SM
MD
LG