Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Australya ji WHO Dixwaze ku Dijî Çînê Lêpirsînekê Bike


Serokwezîrê Austuralya Scott Morrison

Serokwezîrê Austuralya Scott Morrison îro Pêncşemê got ku divê hemî welatên endamên Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) piştgirî li pêşnîyara nirxandineke serbixwe ya pandemîya vîrusa koronayê bikin.

Austuralya bûye yek ji rexnevanên wêrek ku dijî rêvebirina Pekînê ya belavbûna vîrusa korona dipeyîve.

Morrison, di wê çarçovê da bang li çend serokên cîhanê kir ku piştgirîyê bidin lêpirsîneke navnetewî ya ser bingeh û belavbûna vîrusê û herwisa bersîva WHO’yê jî.

Li gor Reutersê, bingeha nexweşîya COVID-19 Çîn e û ji wê derê belav bûye cîhanê ku 2.3 mîlyon kes bi wê vîrusê ketine û nêzîkî 160,000 jî mirine.

Pekînê bi awayekî tund bangên lêpirsînê red dike û ew hewildan wek propagandaya Amerîkî ya dijî Çînê bi nav dike.

Morrison li paytext Canberra ji rojnamevanan re got ku divê hemî endamên WHOyê pêgir bin ku beşdarî li lêpirsînekê bikin.

“Australya dê di Civîna WHO’yê ya 17’ê Gulanê de li ser lêpirsînekê raweste. Em dixwazin cîhan ji vîrusan dûr be û ewle be. Ez hêvî dikim ku hemî netew, Çîn an jî yên din wê daxwazê parve bike."

Hêjayî balkişandinê ye ku Çîn hevkara bazirganî yê herî mezin ya Austuralya ye, lê têkîlîyên dîplomatîk di van salên dawî de jiber îdiayên ku Pekînê êrîşên înternetî kirine û ketiye nav hewilên têkwerdana karûbarên navxweyî, lawaz bûne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Geng Shuang îro di preskonferansekê de li Pekînê nerazîbûna li hember Australya nîşan da.

“Bi vî rengî lêpirsîna serbixwe ku Austuralya pêşnîyar kiriye di rastîyê de xapandineke sîyasî ye. Em ji Austuralya dixwazîn ku dest ji pêşdadîyên xwe yên îdeolojîk berdin,"

XS
SM
MD
LG