Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta Taybet ya Ser Rewşa Pêkhatîyên Mûsilê


Wêne ji beşdar û mêhvanên Konferansê
Wêne ji beşdar û mêhvanên Konferansê

Zanîngeha Amerîkî, li bajarê Duhok, Konferansek derheqa aramî û wekheviyê di navbera pêkhateyên parêzgeha Mûsilê de encam da, konferans ji aliyê Forma Nînewa ya navnetewî de hatbû rêxistin.

Parêzgeha Mûsilê, ji grubên etnîkî û mezhebî yên cuda pêk tê, Kurd, Ereb, Şebek, Êzîdî, Krîstiyan û Misilmanan (Sine û Şia) bi hevre li bajarê Mûsil û parêzgeha Nînewa dijîn.

Piştî Mûsil ji aliyê çekdarên tundrê yên Daişê de hatî dagîrkirin, kêmaniyên olî û mezhebî rastî kuştin û derkirinê hatin, bi hezaran Êzîdî, Şebek, Krîstiyan û Kurd yên li parêzgeha Mosil bi hevre dijiyan hatin kuştin, duberî kete di nava civaka Mûsilê de.

Niha hewildan hene ku, Mûsil ji çekdarên Daişê bihê rizgarkirin û xelk vegerin ser mal û warên xwe, armanca sereke ya Konferansê ewe ku aramî û wekhevî di nava pêkhateyên parêzgehê de pêkwere, beriya Daiş bihê derkirin û xelk vegerin ser cî û warên xwe.

XS
SM
MD
LG