Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser Kesên Sûrî ji Kampa Holê Derdixe


Kampa Hol

Karbidestên bi pêşengî ya Kurdan ya Rêvebirî ya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê îro Duşemê ragihand ku dibe ku ew ji kampa el-Hol ya li bakurê rojhilatê Sûrîyê ya ku mirovên koçber û malbatên çekdarên rexistina DAÎŞê yên Sûrî dimînin, bêne derxistin.

Seroka Desteya Birêveber ya Meclisa Sûrîya Demokratîk (MSD) Îlham Ahmed di vîdyoyeke ku ji hêla MSDê ve hat weşandin de dîyar kir ku dê biryareke bo were dayîn ku kesên Sûrî bi tevahî ji kampê were vala kirin.

"Kesên ku dixwazin li kampê bimînin, evê ne di bin pirsîyarîya rêvebirîyê de bin, " Îlham Ahmed got.

Şervanên Kurd bi piştvanîya Amerîka piranîya heremên bakur û rojhilatê Sûrîyê ji rexistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) wergirtin. Wan ji hingê ve bi hezaran mîlîtan tevî hevjîn û zarokên wan di zindanan de dester kirine ku piranîya wan bîyanî ne û li kampan dimînin.

Neteweyên Yekbûyî pêşbînî dike ku tenê li kampa el-Holê nêzî 65.000 kes dimînin, di nav wan de 28.000 Sûrî, 30.000 Îraqî û 10.000 bîyanîyên din yên ji gelek neteweyan kes hene.

UNICEF da zanîn ku di Tebaxê de 8 zarok yên li kampa el-Hol mirinin û ragihand ku saxlemîya zarokên ji 60 welatan lawaz dibe û jiber bûyerên COVID-19 yên di nav xebatkarên kamp rewş xirabtir bûye.

Bedran Çîya Kurd, cîgirê serokê Rêvebirî ya Xweser ya herema MSD ragihand ku hinek kesen Sûrî jixwe kampa el-Hol terikandinin in û ewê pêvajo bê lezgîntir kirin.

Çîya Kurd got ku bo kêmkirina barê ser kampê pêwîstîyeke heye û jiber bûyerên ewlehî yên ku zêde divê pîvanên parastinê were xurt kirin.

Herwiha Çîya Kurd dîyar kir ku got bi texmînî 28.000 yên Sûrî li kampa el-Hol dimînin û nêzîkê 15.000 ji wan kesan bi piranî ji heremên Ereb yên Reqa û Dêr el-Zorê ne, heremên ku QSD ji DAÎŞ girtibû, û heke ew bixwazin dê bikaribin vegerin.

Piranîya kesên mayîn ger ku cîhekî wan tune be ku biçin an naxwazin vegerin ser axa di bin serwerîya dewleta Sûrîyê, dikarin bimînin, wî bi berdewamî ragihand.

Rêberên Kurd bi dubarekî hişyarî didin ku çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) û malbatên wan tehdîteke ewlehîyê ne û ew wan nikarin kesên bîyanî bi bêdawî desteser bikin, lê hikûmetên bîyanî bo wergirtinina hemwelatîyên xwe bê biryar û dudil in.

Amerîka hefteya borî bi daxuyanîyeke ragihand ku tevahîya Amerîkî yên ku îdîaya piştgirîyê didin DAÎŞê hatine tespît kirin û li Sûrîyê girtî bûn hatine anînê Amerîka û herwiha hinek ji wan kesena rûbirûyê tawanan in.

Herwiha Amerîka bang li welatên Ewrupa kir da ku pirsîyarîya hemwelatîyên xwe bigirin.

XS
SM
MD
LG