Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nexweşxaneya MSF li Bakurê Rojavayê Sûriyê Rastî Êrîşên Esmanî Hat


Nexweşxaneya ku ji aliyê Doktorên Bê Sînor (MSF) ve dihat birêvebirin, rastî êrîşeke esmanî hat, 4 rokêt bi nexweşxanê ketine û 8 karmend jî di wenda ne.

Rêxistina Doktorên Bê Sînor da xuyakirin ku nexweşxana wan ya li herêma Îdlib li Sûriyê, rastî çar rokêtan hatiye û ziyanek mezin ya madî û giyanî gihandiye nexweşxanê.

MSF bi berdewamî dibêje, nexweşxana wan ya li Naarat El-Numan ya Îdlib, ji 30 textan, 54 karmendan, 2 holên operasyonên neştergeriyê û beşê hawarhatinên lezgîn pêk dihat, hatiye ruxandin.

Massimiliano Rebaudengo, serokê şanda MSF êrîşa esmanî wek kiryareke bi mebest nav kir

"Êrîş bi zanebûn hatiye encam dan. Bandora vê êrîşê li ser jiyana 40 000 kesan hebe ku nikaribin bigehin xizmetên pizîşkî, di herêma şer û aloziyan de,"Rebaudengo got.

Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ku bingeha wê li Londonê ye, dibêje ku êrîş dibe ku ji aliyê firokên Rûsî ve pêk hatibe.

SOHR herwiha radigihîne ku, roketek ketiye ser avahiyê nexweşxaneke zarokan li bakurê Ezazê, bi kêmanî 10 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG