Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mualîm dibêje ku ne pêkan e hikûmeta wî dest ji herêmên rojhilat yên dewlemenda petrolê berde ku niha di bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ye.
“Piştî ku pirsgirêka Îdlibê çareser be, alîyê rojhilat ya Çemê Firatê wê bibe armanca nû ya hikûmeta me.”
Mualîm hişyarî da HSD’ê ya bi pêşengîya Kurdan ku di demeke kinde biryar bidin ku ew çi dixwazin.
“Divê ew dest jî xewna sîstemeke federalî berdin jiber ku hikûmeta Sûrî bi biryar e ku hemî axa welêt bîne bin kontrola xwe.”
Hêjayî balkişandinê ye ku 40 ji sedê axa Sûrîyê di bin kontrola HSD’ê ye ku Amerîka piştgirî li wê dike.