Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karkerên Bîyanî li Hîndistanê Qedexeya Derketinê Protesto Dikin


Karkerên bîyanî yên li Mumbai ya Hîndistanê qedexeya derketina derve protesto kirin.

Polîsan li xwepêşandanê mudaxale kir.

Qedexeya derketina derve ya sê hefteyên berê hatibû ragihandin îro Sêşemê bi şev bi dawî dibû, lê hikûmetê ew sînordarkirin heta 3’ê Gulanê dirêj kir.

Wezîrê Navxweyî yê Hîndistanê Anil Deshmukh dibêje ku karker dixwazin vegerin malên xwe û li rawestgehên kom bûne.

Rikeberîya Hîndistanê jî dîyar dike ku karkerên koçber ne jibo çûna malên xwe, lê bo ewlekarîya kar û pêdivîyên xwarin û vexwarinê protestoyan li dar dixin.

Li Hîndistanê bi qasî 1,300,000,000 kes dijîn.AWQ Jêderên fermî yên Hîndistanê didin zanîn ku vîrusa korona li wî welatî ketiye canê bi qasî 10,000 kes û 339 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG