Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerê Mubarek Dibêje Ew Dikare ji Girtîgehê Derkeve


Medya Misirî radigihîne ku dozgerekî li Qahîrê, wek bersîvdana dozeke şeş salan de, îro Duşemê daxwaza serbestkirina serokê berê Husnî Mubarek kir.

Biryara îro piştî ku dadgeha pêdaçûnê biryar dabû ku Mubarek ji kuştina xwepêşanderan ya alozîyên di sala 2011’ê de, ku dawî li desthilata wî ya 30 salan anîbûn, serbest bike.

Dadgeheke Misirî, jiber doza berdewam ya dizî û perexwarinê, qedexe kiriye ku Mubarak ji Misirê derkeve, lê awuqatê wî Ferîd Deeb ji rojnamevanan re got ku “dema doktor erê bikin, ew dikare here mala xwe.”

Mubarek ji şeş salan vir ve li girtîgeheke nexweşxaneyeke leşkerî ya li Qahîrê de binçavkirî bû û di her li heman nexweşxanê, jiber tawaneke din ya bertîl û perêxwarinê de sê sal cezayê zindanê kişandibû.

Mubarek, wezîrê wî yê karê naxweyî û 6 alîkarên wî, di 2012’an de cezayê dirêjîya jînê xwaribû, lê dadgeheke din piştî du salan, jiber nerêkîyên teknîkî ew biryar xira kiribû.

XS
SM
MD
LG