Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokrat Daxwaza Aşkira Kirna Lêkolina Mueller Dike


Lêkolerê taybet yê Amerîka Robert Mueller raporta xwe derbarî rolê Rûsia di helbijartînên serokayetîya Amerîka ya sala 2016ê û zêdegavîyên Serokê Amerîka Donald trump bidawî bine, lidema endamên Kongirsê Amerîka daxwaza belav kirina reportê dikin.

Mueller raport hinarte ofisa wezirê Dadê William Barr da biryarê bidet kaç î bête belav kirin.

Heta niha encamên lêkolinê ne hatîne aşkira kirin lê wizareta Dada Amerîka dibêjin, listeka nû ya gonehbar kirine têdaye.

Barr ko berpirsê her blind a bich kirina qanûnê ye dibêje, renge raport li heftîya bêt radestî kongirsî bête kirin ko kortîya lêkolina Dû salên borî têdaye.

Demokratên Kongirsî dibêjn, girnge hemo raport bête ragehandin, seroka cıvata nûnerên Amerîka Nancy Pelosi û sinator Chuck Schumer di beyanameka hevbeş dan zanin ko gele Amerîka maf heye rastîyan bizanin.

Herwesa gotin divê Barr encaman nişa serok Trump nedet.

Berdevka Koçka Sipî Sarah Sanders got, heta niha Koçka sipî tû zanyarî liser raportê wernegirtîya û girnge pêvajo bibaşî derbas bibe.

Parêzerê taybet yê serok Donald Trump daxwaza ditîna reportê kir lê heta niha aşkira nebûye tima qanûnîya Trump wê haydarî raportê bibe.

XS
SM
MD
LG