Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Dadê Raporta Mueller ya Derheqa Rûsan Roja Pêncşemê Diweşîne


Wezareta Dadê ya Amerîka ragihand ku ewê raporta dozgerê taybet Robert Mueller ya derheqa hevkarîya kempeyna Trump ya bi Rûsan re, roja Pêncşemê biweşîne.

Raporta ku wezaretê bi bîragiştî re parve bike, 400 rûpelî ye û hin beşên wê hatiye reş kirin.

Wezîrê Dadê yê Amerîka William Barr, sê hefte berî kurtahîyeke çar rûpelî ya wê raportê weşandibû û gotibû ku Mueller giheşt wê nêrînê ku Trump û kempeyna wî hevkarî bi Rûsan re nekiriye.

Barr, ku ji alîyê Trump ve hatibû erkdar kirin, hefteya borî gotibû ku bi bawerîya wî dezgehên îstixbaratî yên Amerîkî, hember kempeyna Trump xebatên sîxûrî meşandine.

Wî dû re gotina xwe guhertibû û gotibû û gotibû ku ew nikare bêje şopandina neqanûnî çêbûye, lê hin fikarên wî hene û divê lêpirsîn derbarê wan werin kirin.

Serokê Amerîka Donald Trump îro careke din ji Twitterê ragihand ku wî hevkarî bi Rûsan re nekiriye û astengî ji adaletê re dernexistiye.

XS
SM
MD
LG