Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta Mueller Îro Hate Weşandin


Wezareta Dadê ya Amerîka îro hîn beşên raporta dozgerê taybet Robert Mueller ya derheqa îdiayên hevkarîya kempeyna Trump ya ligel Rûsan weşand.

Di raportê de, ku amadekirina wê du sal kişand, agahîyên nepênî û pêzanînên derbarê lêpirsînên berdewam hatin reş kirin.

Raport dîyar dike ku di dawîya lêpirsîn û vekolînê de, di dema hilbjartinên seroktîya 2016'an de, ti delîlên hevkarîya navbera kempeyna Trump û Rûsan nehatiye dîtin.

Wezîrê Dadê ya Amerîka William Barr berî eşkerekirina raportê got ku vekolîna Mueller derxistiye ku Rûsan bi zanabûn agahîyên derew ser medya civakî belav kirin, e-malîn Demokratan hek kirin û agahîyên ku hatine dizîn dane WikiLeaks û yên din.

"Em niha dizanin ku xebatkarên Rûsî ku wan kiryarên xirab kirine, hevkarî bi Serok Trump û kempeyna wî nekirine," Barr di preskonferansê de îro li Washingtonê got.

XS
SM
MD
LG