Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mueller Dubare Dike ku Trump di Lêpirsîna Wî de Nehat Paqij Kirin


Dozgerê taybet yê berê Robert Mueller îro li Kongresa Amerîkî bersîva endamên Komîteya Dadwerî ya Civata nûneran dide.

Mueller berevanî li raporta xwe kir û careke din got ku wî negiheştiye ti armancan ku Serokê Amerîka Donald Trump dikare hember îdiayên hember wî were paqij kirin.

Mueller di raporta xwe ya 443 rûpelî de nivîsîbû ku wî ti delîl nedîtîye ku kempeyna Trump do 2016’an de hevkarîya veşartî bi Rûsan re kiriye.

Wî dubare kir ku li gor qanûnên Wezareta Dadê, bijareyeke wî ya vekirina doza hember Serok Donald Trump tunebû ku gelo wî hevkarî bi Rûsan re kiriye yan ne.

Mueller herwiha ragihand ku ewê êdî ser vê mijarê nepeyîve jiber ku her tişt di raporta wî de hatiye gotin.

XS
SM
MD
LG