Lînkên eksesibilîtî

Robert Mugabe Dest ji Kar Berda


Jimareke Zîmbabwî karvekişîna Mugabe pîroiz dikin

Serokê parlemana Zîmbabwe Jacob Mudenda ragihand ku serok Robert Mugabe karvekişîna xwe da.

"Ez, Robert Gabriel Mugabe, li gor beşa 96 ya qanûna bingehîn ya Zîmbabwe, ez aniha bi fermî karvekişîna xwe pêşkêş dikim," Mudenda bi nameya ser navê Mugabe ragihand.

Demûdest piştrastkirinek ji ofîsa seroktî yan nivîsîngeha Mugabe nehat bihîstin ku karberdan rast e yan ne.

Piştî ku nûçeya karvekişîna haye bihîstin, li nav avahîya parlemanê pîrozbahî hatin kirin. Demeke zûtir ya îro qanûndanêran civîbûn ku dest bi prosesa bi zorê dûrxistina Mugabe bikin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG