Nakokiyên nêvbera Partî Dimokratî Kurdistan (KDP) u Yekêtî Niştimanî Kurdirtan (YNK) kevnin, lê niha di qonaxek bêdengî re derbazdibin. Hinek çavdêr vê bi “qonaxek dî ya şerê sarê herdû partiyan” binav dikin. Car caran karbidest dibêji ewê li hev bi civin û lihevhatinan bikin.
Lê Muhsin Osman, endamê berê yê parlemanê Îraqê li ser lîsta YNK dibêje VOA-Dengê Amerîka kû mantelitiya tolestandinê şeraketê di nêvbera Partî û Yekêtî de dirûst nake û ew astenge li pêş çareseriya nakokiyên wan.
Brêz Osman got, piştî wexera Talebabî alîsengiya Yekêtî digel Partî di hêla siyasî de hat gûhertin, lê di hêla cografî u leşkerî de hema hema wekhev man.
Muhsin Osman, endamê berê yê parlemanê Îraqê bawer dike kû xelkê Yekêtî hest bi nedadperweriyê kir di reftarê Partî de, lewan di kongireyê giştî de wan Lahûr Şêx Cengî jibo rêberatiya Yekêtî helbijart cikû bi baweriya wan ew dê toleyê ji Partî wergire. Ew û serokê hikumetê Mesrûr Barzanî serokên du dezgehên ewlehiyê bûn, diyre vê, nakokî dijwar kirine.